الاثنين، 28 فبراير 2011

Gomana di navbera rojnamegerî û wergerê de, parêzgeha Duhokê wek nimûne


     Rojnamegerî di pêşeya xwe da bi berçavkirina yarîpêkirin, xirabî û kemterxemiyan dikarûbarên giştî de, dixizmeta raya giştî daye. Dîtinên berteng berçav nake, belku dadyê bikar dîne û alîsengyê dêxte diboçûnên hevdij de, pîşeyeke diruşimê wê “Bila ronahiyek hebe”.
Rojnamenivîs Edolf. S. Okis li rojnameya Newyork Times
Tomas Cîfirmon serokê siyê yê Emrîka, li dor rojnamegeriyê dibêje: “Heger min bêxine di navbera helbijartinan de hukmeta bê rojnamegerî yan rojnamegeriya bê hukimet divêt, ez dê ya diwê helbijêrim. Li vê derê dema serokê Emrîkî di vê helbijartinê de rojnamegeriyê bi baştir dizane, merema wî pê rojnamegerî amîrekê guhorîn û pêşxistinêye di hemû biyavekî de.
Ew dûvçûn, dîdar û raportên ji layê peyamnêran ve dihêne dirustkirin û belavkirin yan nîşandan, ew pêzanîn û behreya di hemû biyavekî da dihête komkirin û dikevîte berdestê wergirî û xwandevan. Dubare avakirin û werarkirina mêşkê xelkî ye û rastivekirina wan pêzanîn û gotgotkên şaşe yên bo hatîne gotin yan wergirtin. Serokê Emrîkî, yê şaş nîne dema di ser wan hemû asankariyên hukimet bo milleta û xelkî pêşkêş dike, rojnamegeriyê bi ektîftir bizane. Rojnamegerî dişêt mil bi milê xelkî, di hemû biyavekî de, her ji takekesî û komelgehî, xwandingehê û bi hemû dam û dezgehên xizmetkarî ve, ta bilindtirîn gopîtka desthelatê jî karbike û rolê xwe bigêrît. Dûvçûnê li ser Aliyên mijewî bike, rastiyan berçav bike û danîte berçavên xelkî. Kengî rojnamegeryê şiya rolê xwe bi ektîfane bigêrît, kengî komelgehـ yan xelk di rastiyan gehiştin, hîngê dê înîtmaa wî jî bo hukmetê û desthelata wî ya bihêz be. Divêt ev çend e ya zana be, rojnamegerî bi hemû layenekî ve diberjewenda giştî da ye, çi welatî be yan komelgehـ yan desthelat bixwe be. ji ber ku bitinê peyama wê gehandin û berçavkirina rastiyane û biwo raya giştî û aşkirakirina layenê kemiterxem û dûvçûna her mijewiyekê diher biyavekî da.
Dema em behsa rojnamevanyê dikin, em behsa desthelata çarê dikin. Hebûna azadiya rojnamevanî jî ji deverekê bo devereka dî, girêdayî çawaniya peyrewkirina wê desthelatê ye. Em dê dişaş bîn, eger em egerên nebûna azadiya rojnamevanî bo welatî û xelkî bizivirînîn. ji ber ku her ew xelke û her ew welatî ye, milkeçî hindek desthelatên dî, wek desthelata eşayîrî, civakî û ayînî dibe. ji ber ku ew desthelat şiyayne digel dirêjahiya demî desthelata xwe bi parêzin, ew desthelata diqonaxên êk lidûv êk ra derbazbûyin û gehiştîne me, eger gêrana wan desthelatan didemekî da peyda bibin û rê bo ya vekirî be, ew rêya ji encamê nebûna fezayekê ragehandinê û bi destiveynana pêzanîna û teknolojiya serdem, ya hajû be. Evroke fezayek dî û cudatir, kenalên esmanî, entirinêt û faks û teknolojiyayê cîhan di nav pêzanînan û agehiyan ra berzekirî ye. Fezayek e dîmokirasî dişêt têda rolê xwe bigêrît. Eger diqonaxên duhî û pêr da, xelkî jiyana xwe û xwe milkeçî guhê xwe kiribe, xwe milkeçî bîrubawerên eşayîrî kiribe! Evro û di cîhana serdem da, hemû hestên wê pêk ve dişên her pêşhatekê şiroveken. Ewa rojnamevanek bo pêşkêş dike, gelek cudahiya xwe heye, digel hizireka eşayîrî yan civakî yan ayînî. Bi mercekî eger ev desthelata bi navê desthelata çarê şiya rolê xwe bi ektîfane bigêre. Kengî rolê ragehandinê di avakirina komelgehê da bi giringî hate zanîn, peydakirina mînberan bo welatî, rêdana civakê medenî ku bi rolê xwe rabibin, ji bo peydakirina hêzeka bergir, ji bo desthelatên dî yên heyin di meydanê de, nehêlana biryarên takane û li dûv berjewendiya layen û hizirên berteng, yan jî pêdagîrî bo texekê li ser berjewendiya texeka dî bihêtekirin, hîngê ez bi bawerim desthelatek peyda bibe bi navê desthelata çarê, ku dê babetê me bo egerên vê peydanebûnê yê terxan kirî be.

Bo çi azadiya rojnamevanî?
Azadiya rojnamevanî ji giringtirîn azadiyên raderbirînêye, mafekê rewayê her welatiyekiye, rojnamevanî li hemû welatên cîhanê bûye beşek ji jiyana siyasî, her kesekî maf heye pişikdariyê di rêvebirina hindek ji wê siyasetê de bike, ji ber ku ew jî endameke ji wê komelgehê. Ev çende jî têgehiştine bo çemkê dîmokirasîbûnê, ew dîmokirasiya rê didete her kesekî derbirînê ji boçûnên xwe bi azadane bike, ew dîmokirasiya rê didete her kesekî bibe xwedan biryar di avakirin û geşekirina milletê xwe û komelgehê xwe de. Ji bo wê çendê jî da ku ev kesê he bişêt bibe xwedan biryar, divêt yê azad be di derbirînên xwe de, di hizra xwe de. Ev azadiya bi desthelata çarê dihête navkirin, dibe egerê peydabûna raya giştî û peydabûna raya giştî jî dişêt fişarê bêxite li ser her sê desthelatên (yasadananê, cêbecêkirinê û desthelata dadwerî), dîsan çavdêrî û çawaniya bicihـ înan û cêbecêkirina karên van hersê desthelatan radibe.
Cîmis riston gotineka navdara heye, dibêje: (eger em biçavê polîsekî li reftarên rojnamevanî binêrîn, dibe wan bi hewalgîriya cihekê biyanî gunehbar bikin). Eve jî wê çendê didete aşkerakirin, ku pîşeyyê rojnamevanî gelek yê kartêkere li ser komelgehê, metirsîdar, mandîbûn û pirî astenge. ji ber ku ev pîşeye rojnamenivîsî neçar dike ku gelek yê gerok be û gelek şêwazên rêkan bigire ber, ji bo bidestiveynana her pêzanînekê.
Rojnamegerî baştirîn şêwazê peywendîkirinê ye, bo derbirîna mirovî ji dîduboçûnên wî. Welatî dişêt birêya rojnamegeryê, ewa dihizra wî da bêxite ser berperên rojnamê û desthelat û cihên peywendîdar, bibînin. Ew peywendiya di navbera desthelatê û welatîda birêya helbijartinan peydabûy, li gel ragehandina encamên helbijartinan, ew peywendî dihête birrîn. Kandîdên derçûyî, birêya peyrewkirina desthelata xwe ku li ser biniyatê nûnerên xelkî hatîne helbijartin, bi takane bihizir û boçûnên xwe, desthelatên xwe peyre û cêbecê dikin. Pênevêt, li welatekê berjewendiya partayetî ya zal, dîmokirasî têda hêş li qonaxên werarê, ew veqetiyan peyda dibe, welatî dihêlte li Aliyê temaşevanyê. Bûye da ku ew peywendî ya mukim û berdewam be, divêt hindek şêwaze rêyên dî yên peywendiyê û çavdêrîkirinê hebin, dîduboçûnên welatî berdewam bin û bigiringî bihêne wergirtin û take rêya vê peywendîkirinê jî li welatekê weku yê me, birêya raderbîneka saxleme, ew derbirrîn jî, birêya rojnamegeryê semta xwe dibîne.

Vemana desthelata çarê
Veqetiyana desthelata raderbirrînê, berellayê diher tiştekî da peyda dike. Xelk pêgîryê bi yasayê nakin, her êk li dûv berjewendiya xwe digere, her layek yê beramber gunehbar dike, ne bawerî, dûrkeftin, paş veman, zalbûna hesta guhî li ser hesta bînînê. Ya ji hemûyê metirsîdar tir, peydabûna yan xurtbûna desthelatên dî û dubare vejandina wan, çî ew desthelat bi navê civakî û rewşt û tîtalên eşayirî bin, çî bi navê aynî û layenên bi navê berîgirkirin yan vejandina aynî be. Vemana desthelata çarê dibe egerê peydabûna boşayê di navbera desthelatê û welatî da, herdu alî êk du gunehbar dikin, herdu alî êk du bi temamekerên xwe nizanin. Desthelat hemû hêza xwe dike dixizmeta welatî da, xizmetkariyan, pêşêxistina astê perwerdeyê û saxlemî û pîşesazî û çandinê birengekê giştî û di hemû biyavekî da. Zêdebarî peydakirina derfetên karî û berihevkirina projeyên xizmetkarî û kareb û ava paqij û vekirin û qêrkirina caddeyan. Di beramber da, welatî van xizmetan hemûyan lêkdanî (sifir) ê dike. Hukmeteka genidel, berpirsên kemiterxem, perlemantarên xewte, bitinê çavên wî avahyên berpirs û rêveberan di bînin, çavê wî yê li tirumbêl û maldariya wan, guhê wî bo her gotgotkekê yê vekirî ye. Cadde zû kartêkirinê lêdike, neşêt xwe ji hizirên eşayîrî dûr bêxe, zû bi komele û bizavan bi navê ayînî dihête xapandin. Her tiştê pozetîv bo wî nîşanên pirsê û sersurmanêne. Li dumahyê jî ev welatî ye di be welatiyekê mişexur, çu dahênanan nake, beşdaryê di çu bizavekê û werarekê da nake, çî ew bizav siyasî yan civakî yan abûrî be, belku bitinê dê mînit welatiyek çavên wî û guhên wî birisî û bitinê dê çawan wek hemûyan, baştirîn tirumbêl, baştirîn avahî, baştirîn maldarî. Ya cihê metirsyê jî ku paşmawên xirab li ser komelgehê û desthelatê hebin, bo wî ne ya giring e ew pare çawan bikevîte destên wî.

Rojnamegerî bigiştî
Nivîsîn û dûvçûnên rojnamevanî, berihemê mandîbûn û hizirkirin û serborên kesên bispor û şarezaye di biyavên cuda da, berihemê dahênan û hizirkirina feyilesuf û ekadîmî û rewşenbîrane, diyarkirina demekê mêjûy yê taybet û şirovekirina nûtîrîn pêşhat, rênîşandana jiyaneka aramtir û bisanahîtir, gehandina bûyerek û rûdaneka veşartî û mijewî, nasandina civak û parastina kelepurê milletan, çêkirina siyasetmedaran, mêjunasan, behremendan. Gehandina bûyeran wek xwe û bi rengekê zanisitî, çêkirina raya giştî, nehêlana propagandeyan, dûvçûna babetan û nehêlana rûyê mijewî û veşartyê wan, nehêlan û aşkirakirina genidelî û genidelçiyan, fermanberên kemiterxem, rêveberî û dam û dezgehên bê berihem, berçavkirina bûyerên rûdanê û lezatî û bê layenî digehandinê da, aşkirakirina qulaçik û dûvelankên egerên peydabûna rûdanê, şirovekirina babetan, hizirkirin û bîrkirineka dirêj xayen.
Nivîser û rojnamevan du kesên pîşedarin, berihemê wan çi rastewxo yan ne rastewxo, girêdan bi jîn û jiyara xelkî ve heye. Dikomelgehê me da û disinorê parêzgeha me da, veqetiyanek zîq û aşkera, di navbera nivîserî û xwandevan da û ji layek dî ve, di navbera rojnamenivîsî û wergirî da heye. Ev veqetiyana heyî jî, akamên xwe yên xirab li ser pêşveçûna komelgehî bicihـ hêlayne, ew ne baweriya di navbera rojnamevanî û wergirî da hey, dergehekê propagandeya xirab hêlaye vekirî û eger rojnamevanî ku bi desthelata çarê dihête hijmartin, ne şiyabe, desthelata xwe peyrew bike, her ew rengê neşiyanê ye jî, rojnamevanî ji ber neşiyay raya giştî peyda bike. Ev veqetiyana dihête dîtin, curekê dî yê desthelatê peydakirî ye, eger ew desthelate ya veşartî jî be, çî bi aşkiray yan veşartî, şiliq bicaddê dikevin. Livandina caddê jî, hem ne tiştekê bi sanahî ye û hem jî ne di çu desthelatan daye. Koreyiya livandina caddê, akamên xirab li pişt xwe dihêle, pisiyar livêre ew e boçî? Ew boşayî di navbera nivîserî û xwandevanî da hebe? Egerên wê çine? Boçî rojnamevanî ne bûye pira baweriyê û ne şiyaye xalên veşartî yên caddê bixwe ve girêdet?

Wergir yan xwandevan, kî ye?
Em dê dişaş bîn, eger bêjîn egerên veqetiyana xwandevan ji pertûk û rojnameyan, hebûna hindek alavên dî yên ragehandinê ye, wek televzyon û radyo û entirinêt. Em dê dişaş bîn eger hizir bikîn, dûrkeftina xwandevan ji egerê peydabûna hindek arezwyên wî yên dî ye. Carê, da em pisiyara wegirî yan xwandevan bikîn, ew kî ye? Wergir, her kesê di nav komelgehî da bijît, deng û basên mirinê û bûnê û nesax bûnê û jin înan û jin berdanê û geriyan û seredanan guhـ lêbibe yan biçavên xwe bibîne. Her kesê bîr li xwarinê û vexwarinê bike, bîr li nivîstinê û serşûştinê û zarokên xwe bike, her kesê bîr li mirovaynyê û hevalînyê û milletî bike, bîr bike ku yê kirêya xanî yan tirumbêlê yan kirrîna fêqî û kelupelê nav malê û xwarin û vexwarinê û giranî û erzaniya bazarî û kirêya tirumbêlê û teksyê dide, barê abûrî bigiştî û ew gefên siyasî yên ne aramyê peyda dikin, ew gefên civakî yên komelgehî paş ve di bin, xwekuştinê û şerî û tulivekirinê û dizînê û beser dagirtinê dikin. xwandevane yan ku hemû kes wergire û her kesek bi rêyên cuda, deng û basî werdigire û bo wî zor ya giring e bizanibe li rex û dorên wî, çî çêdi be. Bo wî zor ya giring e rastiya rûdanê wek xwe, ne kêm û ne zêdetir bigehîte wî. Çî ew gehandin, xwandin be yan guhـ lêbûn yan jî dîtin be. Her tiştê êkser girêdan bijiyana welatî ve hey ew tişt yê giring e, rêkên gehandina wî tiştî babetekê dî ye û di bin hindek xanên dî ve ye, hindek babet wek vekolîn û şirovekirin, hindek wek hewal û deng û basên rojane, hindek birêya dûvçûn û raportan, hindek birêya dîdaran û ta nûtirîn babetên zanisitî û cîhan gehiştî ye çî pêşveçûn, jiblî bêhnivedana mejyê xelkî yê wesitiyayî, bi hindek seyir û semeran ve.

Nivîser û xwandevan
Boşayiya di navbera nivîserî û xwandevan da hey, dergehekê ne baweriyê hêlaye li taq û her kes yê beramber, bi wê boşayyê gunehbar dike! Nivîser di bêje xwandeva nîne û gazinda dike û behana wî bo vê çendê jî di bêje, şûna bi hizar dînaran êk kupê şerbetê vexut, dişêt pê çar rojnaman bikirrît û ne bitinê ew, belku çar kesên dijî ji mala wî, dê wê rojnamê xwînin û her wesa ev gotine bo kirrîna pertûkekê yan kovarekê jî. Di beramber de, xwandeva gazindan dikin û di bêjin nivîserê me ne şiyaye çi nûyatiyan peyda bike û ew tiştê ew dinivîst, bitinê tiştekê rutînî ye û em neşiyayne pêve bihêyne girêdan û xwandin û nexwandina wan tiştan jî, ne çî li me kêm dike û ne çî zêde dike. Sebaret nivîseran jî, di bêjin, bitinê me nivîserê kurte çîrokê û hozanan yê hey û ewa ew pê bi navê nûxazyê dinivîsin, jiblî wan kesê dî tênagehe, nivîserê rojnamê jî bitinê şirovekirinan didete layenekê bûyerê û li dûv berjewendiya xûyetî û berjewendiya siyaseta parta wî ji wî dixwaze, bi wî rengî, bûyer û rûdanan şirove û berçav dike.
Ev gunehbarkirina dulayenî, dergehekê ne baweriyê di navbera herdu layan da hêlaye li taq û ji wê ne baweriyê, dûr keftinek peyda bûye. Ji wê ne baweriyê jî, ne nivîser dişêt raya cadê biguhore û livandina cadê jî kefitî ye ber hindek desthelatên dî yên veşartî û bi hindek navan û her gava wan bivêt, dişên şilqa bi caddê bêxin. Ew rojnamevaniya me liber dest hey jî, eger hindek boşayî pir kiribin jî, bes dwî biyavî da kar nekirî ye ku hewlên livandina caddê bide, dwî biyavî da kar bike cadde rû bidetê, nehêle şilqên berellayî vêbkevin. Livandina caddê çi girêdan bi hizbê û peyrewkirina siyaseta wê ve nînin, ku palpştiya vê belavokê dike û hindek hizir bikin ku dişiyan da nîne, hemû babet bihêne azirandin. Nexêr hizib û desthelat jî ne digel wê çendê ne. Ew şilqên bi caddê dikevin, eger du yan sê çar careka di berjewendiya hizbê û desthelatê da bin jî, ne ramana wê ew e ku bo wê baş e û di berjewendiya wê daye û desthelat li ser guhê temaşevanî lê binêre, ji ber ku dê carekê ev livandina raya caddê ya kore, bi serê wê hizbê û wê desthelatê da şkêt û xudê dizane, hîngê dê berev çî karesat çît yan dema ev tişte peyda dibe, hîngê baca wê jî dê ya mezin be. ji ber hindê, divêt ew biyav bo nivîserî û rojnamevanî divekirî bin, ku pê caddê bilivînît, eger ew biyav hindek car bo desthelatê, dizivir û tehil jî bin. Eger em bêjîn rojnamevaniya me ya mende û ew tiştê dinivîst û dazirînit û belav dike, wek duhî û pêr û berî heyivekê ye, ku ez bibawerim, me çi tiştê nû zêdenekirî ye. Eve encamê mendibûnekê ye û ne ya diyar e jî, ev mendibûna hey, dê çend dumê kêşt. Diyardeyeka zanisitî ye jî, her tiştekê di haletê mendibûnê da be, ew mendibûna he jî birêkên zanisitiyane nehêne çareserkirin, dê akamên xirab li dûv xwe hêlit.

Rojnamevanî û veqetiyan
Ew peywendiya di navbera xwandevan û rojnamê da peyda dibe, li ser biniyatê hindek xalane, ku dê behs kem, eger ew xal nehatine peyrewkirin, dê rastgoyiya wê belavukê hête ji destdan. Belku dê biziman halê wî layenî hête navkirin, ewê palpştiya darayî bo dike, heke xwe wê belavokê navê serbexwyê jî li serxwe danabe. Ew xal jî evên li xarê ne, ku serinictirîn rêkin bo kirrîna belavokê û rewaca wê:
Hewal: Birengekê giştî hindek rojname, hêza xwe dêxine ser peydakirina hewalî û giringiya wî hewalî bo xwandevan, ew jî her tiştekê çarenivîsê wî çî siyasî yan abûrî yan ayînî yan rewşenbîrî têda be, ku hest bike bi rengekî û diwa, dê bibe egerê ne aramiya wî. xwandeva jî pêşiwext dizane, ev belavoke ya taybete binûtirîn deng û bas ve û bitaybet eger şiya rastgoyiya xwe bi parêz e. xwandeva dê xwe li jivanê wê rojnameyê girît, pêdivî nake manşêtan bixwîne jî, êkser dê kêşte bin milê xwe û parê pertûkxanê detê.

Rapurt û dûvçûn
Ew belavokên giringiyê didene dûvçûn û raportên rojnamevanî, giringiyeka yekcar bo xwandevan heye, dê şêt baweriyê bo xwandevan peyda ke, ku her jimara nû, nûtirîn dûvçûn têdaye û curê azirandina wê dûyivçûnê bo wî ya giring e. xwandevan pêxoşe bizanibe bo nimûne ew parê li projeyekî hatî ye mezaxtin bi çî şêwe, ew proje destpêkirî ye, xalên lawaz û serkeftyên wê çine. Gelek ya giring e xalên lawazên projey bizanibe, wî nevêt rêveber bihête ser şaşa telefzyonê û bibêje, hinde pare bo projey hatîne mezaxtin û bo xwe bi zîrekî û filî bizanibe, xalên lawazên xwe bi sopasî û navitêdana berpirsekê ji xwe mezintir, veşêrt. ji ber ku xwandeva pêş wext dizane, ew rêveber yê mûçeyekê heyivane yê baş ji xezîna hukmetê werdigire, parçeyên erdî li baştirîn cihـ wergirtîne, her wî rêveberî şufêr heye û çayçî û xizmetkar û sikirtêrê xwe yê taybet heye, eger rêveber yê zîrek be, ew yê erikê xwe dibete ser, eger rêveberekê kemter xem be jî, divêt bihête berpirskirin. Li vê derê dema cure dûvçûnên bi vî rengî berdewam hebin, merc nîne ev belavoka navbirî, hêza xwe bêxite ser hewalê rojnamevanî, ji ber ku ya şiyayî baweriyekê bo wergirî peyda bike ku qesta pertûkxanê bike û wê belavokê bi destxwe bêxe.

Nivîserekê beriniyas
Gelek caran bo hindek belavok û rojnameyan ew biyav dest nade, palpştiya xwe bêxe ser hewalî yan dirustkirina dûvçûnekê, belê birêka peywendiyên xwe yên baş digel nivîseran, baştirîn gotar bo dihêne nivîsîn, çî ew gotar siyasî, rexneya civakî û ayînî bin, ya giring xwandeva hest bike nivîserê zîrek û wêrek heye û bo vê belavukê dinivîse, ji ber hindê, yê ji kirrîna wê belavokê zerermend nîne.
Bikurtî ew pira xwandevan û belavokê digehînte êk (hewalê baş yan dûvçûna baş yan nivîserê baş), eger belavokekê hêza xwe êxiste ser peydakirina diwa ji van yan her sê di nav da hebûn, pênevêt ew belavok dê ya pir bawer be û ji hemûyan jî pir firoştin be, dîsa jî dibêjim rîklam dê berdewam bo hên, ku ew belavok, biciwantirîn şêwaz derbikeve.

Rojnamegeriya me çi belav dike?
Birengekê giştî, ew rojname û belavokên derdikevin, çi taybetmendî nînin û bitaybet rojnameyan, ji ber ku çend kovarek ta radideyekî şiyayne taybetmendiyekê bo xwe peydabkin, lê ji ber ku babetê me li dor ne baweriya di navbera rojnamegeryê û wergirî daye, dê rojname û kovarên giştî wergirîn.
Ew babetên dihêne belavkirin, (deng û basên siyasî, hewalên navixoyî, dûvçûn, dîdar, boçûn, gotar, civakî, rewşenbîrî, werzşî û Hemereng) n, evên li serî ew laperên zîqên rojnameyane, rojname û kovar pê hewil diden, van hemûyan bidirêjî, qebareyekî ji belavokê bo terxan bikin, ji bo ku, xwandevanekê Hemecur, yê pêve girêday be.
Eger lêzivirînekê li rojnameyên xwe bikîn, ne hewal û ne dûvçûn û ne dîdar û ne boçunên nivîseran û şirovekirinên wan bo pêşhatên nû, neşiyayne heza xwandevan têr bikin. xwandevanek û wergirekê çavê wî li peyamnêrekê rîkurd û kamîra wî di destan de, bibe guhê wî û çavê wî û derbirrîna wî. Dê bînî berûvajî heza wî, ew peyamnêre dibe çav û guhـ axiftina rêveberî û cihê peywendîdar, xwandevan çi divêt û divêt çî bizane, li aliyekî ye û peyamnêr û siyaseta rojnamê û ew tiştê dikevîte ser berperan, li aliyek dî ye.
Babetên azirandî
Her rojnameyekê siyasetek cuda heye û ji bo wan babetên belav dike peyrew dike. Ev çenda hejî ya vebiriye bi berjewendiyên partayetî û desthelatê ve, ew kêşe û pêşhateyên dihêne pêş jî, divêt ji çarçûvê bo hatiye destnîşankirin dernekevin. Wek dî, her babetê bihête nivîsîn, derbirîna azadiya nivîseriye û ji ber ku babetekê mende û çi ziyan di dûv ra nînin, ne yên siyasî û ne civakî û ne ayinî. Her kes azade û dê padaşta xwe wergire, babetên tama rexnê jî jê bihên, ji siyaseta belavokê derdikevin û nahêne belavkirin.
Ta vê derê armanca derêxistina rojnamê û palpiştiya wê xûya dibe, ewa din ya bi navê hemereng û zanistî û xwe ji bîrvekirin û dîdarên edebî û belavkirina dahênanên nivîser û dûvçûna babetên ji vî rengî, bi tinê bo girêdana xwandevaniye, heger nebêjîn bo ji dest nedana wî xwandevanî ye ewê heye.
Heger çavxişandinekê deva serî da me nivîsî bikîn û rojnamên me çend vê siyasetê peyrew dikin, ez dibêjim rojname û kovarên me çi tiştê nû zêde nekirî ye û dibe jî, ev gotina min bibe cihê dan û standinê jî, ne ku ji ber ku min ber di tiraşê wer kiriye. Belku ew siyaseta ew rojname yan kovar peyrew dike û wî neçar bike, ji babetê min yê gotî kêm bike.
Rojnameyek diniyayeka parey bo bihête mezaxtin bi vî rengî, tu bêjî şiya be yan dê bişêt çî boşayê pir bike, dê çend ya berhev be bo avakirina dîwarê baweriyê di navbera xwandevan û rojnameyê da yan nivîserî de, erê bo çend kesan ya giringe, ewê rojnamê bikirin yan dûvçûnê bo bikeh eger xwedanê projey nebe, ku rêvebere yan ew kesê bivêt bo xwe şirînkirinê, babetekî bixwîne, da bo behs û mezinkirin û saluxetên wî bide yê wêneyê wî hatiye belavekirin yan dîdar digel hatiye kirin. Heger evro me pilan bo bersîngirtina vê xeleka nebaweriyê nebin, sube meydan ya hizra eşayîrî û hizra bertenge! Hîngê jî girentiya salên paş vemanê bike, hîngê jî çaverêy propagandeyên hevdij û şilqeyên kore bike û ji koreyiya livandina caddê jî, tund û tîjî peyda dibe.

Derencam
Hebûna desthelata çarê, desthelata raderbirrînê bo evro ya me li herêma Kurdistanê û di baruduxê nuke em tê de dijîn, zor ya giringe, ji ber van xalan:
Welatî dişêt bi derbirrînên xwe pişikdariyê di biryarên hukmetê da bikin û çavdêriyê li cîbicîkirina erkên wê da bikin.
Peywendiyan di navbera welatî û desthelatê de xurt dike û veqetiyana welatî û nûnerên wan yên bi dengên wan derkevtîn, xurttir dike.
Gotgotkên caddê nahêle û bersînga her propagandeyeka ne dirust digire.
Nahêle kes mifayê ji çî boşayiyan bibîne û li bin çî nav xelk bihête xapandin.
Şilqên kore bi caddê nakevin û zû rastî dihêne aşkirakirin.
Piştirastiyekê û barekê aram bo welatî peyda dike, diberamber da welatî jî çalak tir dibe, ji layê huşmendyê ve.
Baweriyê bo welatî peyda dike ku berev pertûkxanê biçe û her zû agehî rûdanan bibe û egerên peydabûna wan bizanibe.
Layenê kemiterxem dê hête aşkirakirin û sisitî nakeve çi dam û dezgehan.
Baweriya welatî bo hizbê û desthelatê mukumtir dibe û ev baweriye bo helbijartineka dî zor ya giringe.





Jêder:

1ـ alshafe silge rabe kîf..?, mihmdim sîd mihmid, astaj alshafe Alimsaid, kilî ye alailam came alqahire, 1979 .
2ـ silge nalshafe û sihafe alslge, di. Lî bin şwîl alqirinî, astaj alailam Alimşarik bicame Alimlik sud.
3ـ aqirîş rişîd
alhwar Alimtmdin-aldid: 2848 -2009  / 12  / 4
Alimhur: Alshafe walailam
4ـ bid alkirîm liya

الأحد، 27 فبراير 2011

Bêdengbûn di eqliyeta daxistî de - Xeca Berlînî wek nimûne


Herdem axiftin li ser wê çendê dihête kirin, jiyan yan ku guhorîn û berdewamî. Bêyî van herdu çemkan jî, jiyan dê ya mend be, herdem dê arîşe û paşvemanî di berdewamiyê de bin. Dibe ramana ji hemiyan nêzîktir jî bo peyiva mendbûnê, ji mendbûna avê hatibe. Jiber ku li deverên me çi avên bi wî rengî nebûne, ji blî geravka û rûbar û cûkan. Ji ber hindê jî ramana ji hemiyan nêzîktir bo vê peyiva me merim pê, avên rawestayî dihêt.  Ew geravkên, çi avên bû nehêne ser û çi av ji ber jî neçin. Yan ku ev avên he nahêne guhorîn, ku aveka paqij bihête ser û jiyan di nav de berdewam be, ji blî peydabûna hêlîvankên nesaxiyan di nav de. Yan ku em civakek di nav xwe de têr in (eger ramana dirust ya peyiva erebî (eşbai eljatî) bihêt. Dema ev têrbûna he di naxê yan di derûnê her kesekî de hebe, ewî kesî çi pêdiviyatî bi çi şilqava nabin, ku livînek bi wê mendê bikeve.
Di nava kumelgehê me jî de, em neşiyayne xwe ji du tiştan derbaz bikin, ew jî hizirkirin bo xweguhorînê û xwe bêdengkirin di eqlekê daxistî de. Evan herdu çemkan jî gelek ji mêjuya kurdî dagîr kirîiye û ji ber zalbûna van herdu eqliyetên neguhor, nivîserên me yên edebî pitiriya dahênan û vekolînên xwe ji bo derbazbunê ji van herdu çemkan, terxan kirîne. Eve jî di ezmûna çîrokên Hesen Îbirahîmî de diyar e, bi taybet eger em romana wî ya vê dûmahiyê; Xeca Berlînî werbgirin, wek nimûne.
Roman ji zelamekî destpê dike, bi navê Şêroyî û dibêje:
“Heval dibêjine min şêr. Ji ber zîrekî û mêraniyên min!, li dûr xwe zivirî kes nedît bawer jê biket. Şerim kir, bibûre navê min yê rastî Reşû ye. Xelkî digotine min Reşku, dengê xwe nizim kir, Reşku yê Êtîm, Reşku yê Şivan.”

Qaremanekê ji kesayetiya xwe nerazî, her kesê li vê diyaloga êkane binêre, dê dudilî û bawerînebûnê tê de hembêz ke. Tu bêjî ji blî bêtaqetyê, em dê çend di gel xwandina romanê berdewam bin! Eger ji blî jiyana kesekê bawerî bi xwe ne, ku bi tinê bi xwandina wê romanê û eger ji kuştina demî derkeve, dê çendîn pirsên bê bersiv mîne di serê wî xwandevanî de, ewê xwe bi xwandina vê romanê ve diwestîne. Tu bêjî çîroka romanê, wek vegêrana çîrokeka filmekê hindî be û ji vê destpêkê ku bi tinê ji hindek bîrhatinên jiyara gundiyatiyê derbaz nebe!. Belê tiştê mirovî bi vê destpêkê ve girê dide û xwandevanî dike êxsîrê hêz û senga romanê hemiyê! Girêdana vê destpêkê ye di gel navê romanê. Ji ber hindê ev destpêke vê bîrukeyê hemiyê serêk û binêk dike. Her kesî divêt vê peywendiyê bizane ku di xwe bi xwe de destpêkirina arîşeyekê ye. Ji ber ku jî navê romanê û diyaloga destpêkê, bêhina kurdewarî jê difire û buyereke û sedehan kesan piştî serhildanê, jiyana deriveyî welatî û caddên Ewrupa xastiye. Hemiyan divêt rastiyekê ji wê jiyana berze bizanin û çawan ev kesên derbazî van welatan bûn, şiyayne xwe di gel wî keş û hewayî biguncînin. Ku ez li bawer im jî, her kesekî wêneyek li ser wê jiyarê, nuke di serî de heye yan bi xwe çêkiriye.
Xeca Berlînî
»Xeca Berlînî
Romannivîsî divêt bi destpêkekê me bikêşe di nava romana xwe de. Qaremanê romanê her weku ew bi xwe danê bi wê çendê dide ku xelik wî bi Reşoyî diniyasin. Belê niyasîna vî navî ji layê hevala û xelkî ve, ramana wê çendê nade ku ewî çi umêd nebin. Romannivîs bi şarezayane me dikêşe di bîrukeyekê de ku her êk ji me xudan hizirkirin û eqliyeta xwe ya taybet e. Hez dike cuda be, baştir be, zîrektir be û navek hebe. Roman û hêza senga romanê hemiyê li ser van herdu çemkên me li serî amaje dayinê diraweste. Aya Eeşu dê hewlde xwe wek Şêroyî û şêrekê mêrxas di nav hevalan de, bide niyasîn? Eger dûrrtir jî biçin, aya eger ew derfet bo Reşoyî peyda bû û kes wî bi Reşoyê Şivan û Reşoyê Êtîm neniyase, ew dê şêt xwe di bin barê şêrî ve helgire û kesayetiyeka dî bi xwe ava ke!
Pênevêt, romannivîsî viyaye, bi rêka gêrana çîroka (Reşoyî û Xecê) derfeteka nû bo her takekê kurd peyda ke. Viyaye di xwandina vê romanê de, eqliyeta xwandevanî bêxe di bin ezmûnekê de, merc nîne ku her kesekî çîrokeka bi vî rengî bo peyda bibe, ka dê şêt bi çi eqliyetê serederiyê di gel de ke. Belê merem pê ew e ka aya hizirên kumelgehî çend birînên xwe di paşmawê eqliyeta takê kurd de hêlayîne û çend şiyanên rizgarbûnê ji wê eqliyetê heye. Li vêre romannivîs du dorhêlên zindî dide me, êk ewa di nav hizirên Reşoyî de peyda buye. Li caddên Berlînê û ew rastiya ew bo diçe û layê rastiyê, di gel wî de ye. Beramber Xecê ku di hizira wî de guneـ hemî li pal wê ye, ku eve jî êk ji wan arîşa ne ku dibine berbest, em neşên eqliyeteka nû bi xwe li ser ava bikin. Ji ber ku em xwe bo hemî tiştekî didanin ku em dirust in, ji berku pêşwext me di hizira xwe de bendkê rastiyê helçnandiye. Ji layekê dî ve, dema romannivîs  zûmê dêxte ser Xecê û jiyana wê ji gundiyatiyê bo caddên Berlînê. Hevsengiya wê di gel eqliyeta Reşoyî, ku hemî tişt biçav û boçûnên gundiya dihatine seh kirin. Hîngê arîşe peyda bûn.
Belê ew arîşe ji curekê dî bûn evên em hîbûnê. Dibe hindek bi jiyana hizirkirina Reşoyî bi xwe ve girêdayî bin. Eger em li destpêka romanê bizivirine ve û dema Reşoyî viyayî xwe bi Şêroyî bide niyasîn, divêt heval zîrekî û mêranyên wî bibînin. Reşoyî şiyanên mêraynê li def hebûn, belê gelek derfet ji desta çûn, ku zû negehîte wê armanca di serê wî de. Her ji êtîmbûna wî, şivanetiya wî ku hemî rêgir bûn, eger da rast navê wî Şêro be û da hevalên wî û kiçkên gundê wî bi zîrek û mêrçakane nas kin! Evro di tinêyatiya xwe jî de kes lidora jî ne, ew curet nebe, bêje navê min Şêro ye.
Nuke yê li caddên Ewrupayê piyasan dike. Yê buye kesekê dî û di nav civakekî de, civakekê ku her kes bi xwe ve mijûl be û bo kesê arîşe nebe ka navê wî Reşo be yan Şêro. Hîngê jiyan bo zelamî gelek bizehmettir e dema tu hewl bidî tiştekê jê bistînî, derfetek bo peyda bibe û şêrîniya xwe diyar bike. Tu pwîte nediye wê xewna di gel wî de şwîn buyî û kes berhemê wê nebîne. Hevdijiya di derûnê Şêroyî de peyda buyî, ji layekî ve xewnên wî nehatine bicih û ji layekê dî ve ku êxsîrê paşmawekê hizirkirineka neguhur û eqliyeteka daxistî ye. Her ji rewşt û tîtalên civakî nîşa dayîn û li ser hîbuyê. Eve guneh e, eve xelet e, eve şerm e, eve ji ber cîrana, eve dê xelik behsa me ke û çavê gundiya li me ye! Bargiraniyek, hemî Ewrupa û bi hemî teknelojî û pêşkeftina xwe ve, neşiya Reşoyî bike Şêro û bitinê guneha Xecê ew buye, eger neşiya be xwe ji dorhêlê xwe derbaz ke jî. Belê nebuye rêgir ku zaroyên wê bihêne guhorîn û di jiyaneka nû de, bijîn.
Evên li xwarê hindek nimûne ne ji jiyana Reşoyî, ka li Ewrupa yê çawa buye.
“dilê wî naçite vî rengê avê. Her ava henefiya nav malê vedixwar. Xecê digotê her dê mînî Reşoyyê Şivan. Her dê di gel pezî û seyê xwe ava cuya vexuy…”

“Xecê spêdê diçû karî, gelek caran bişev jî nedihate mal. Dema min pisiyara karê wê dikir, yan ka li kîve bû?! Digot. Ew ne mafê te ye, tinê heke parên te neman. Hingê daxwaza hindek para bike û mayê xu di karên me da neke. Te zanî?”
“Gelek caran bêhina min teng dibû, min gazinde dikirin. Xecê bersîngê min digirt: ـ Bela xu ji biçwîkêt min veke. Bila bo xwe bijîn. Bila wek te nebine gulik “.
Jiyaneka nû bo eqliyeteka kevin gelek bizehmet e, eger ew eqliyet nehête guhorîn. Eve bîst sal bi ser serhildanê re borîn û hêşta em nizanin em berev kîve diçin û di çi astê hizirî de ne! Bi tinê eger ji avahiyên bilind û tirumbêl û teknelojiya (îstîrad) kirî, derkeve. Me neşiyaye di gel dorhêlê evro xwe biguncînin. Eger guhorîn me hebin jî me neêxistine biwarê piraktîzekirinê. Eger berî serhildanê azadiya me ya sinûrdrarkirî be û rijêmeka dîktatorî wek viyayî, nexşerêyek bo me dana be. Piştî serhildanê bû qonaxeka nû û destpêkeka nû. Belê me bi eqliyeteka kilasîk serederî di gel hemî tiştekî kir, zêdetir ji eqliyeta çiyayî. Me çi tiştê nû zêde nekir. Eger bizivirîne Şêroyî û caddên Ewrupayê, ka wî çi hizir dikir û ewê hizirê bi rêje li ser xelkê xwe bijale bikin. Dê encam çawa bin. Eve ew wêneyê Reşo neşiyayî xwe li ber bigire, ka çawan di deqê romanê de hatî.
“Navê wê bû Roza. Lê hindî kar kir, neşiya li ser pasport û nasnameyan vî navî dane. Xecê her ma li ser pasport û nasnameyên wê. Heval û niyasên me navê wê kirine Xeca Berlînî. Min gelek şerim ji xwe dikir, min çu tişt pê çê nedibûn. Xecê bû Roza, gundê birisî, bû Berlîn. Tiraş û gelî bûne avahiyên bilind. Pez û gov, bûne tirumbêl û metroyên binerdî. Fanus bû kehreb. Kuçik û tenûr bune kombiyuter û tebaxên kehrebê… Jiyana me serûbin bû, guhorîn ji şiyanên me zêdetir bûn.. Bar ji hêza me girantir bû. Her zû ez ketim bin piya. Min xwe liber negirt…”
Eve ew axiftin û wêne bûn ewên Reşoyî bi xwe kirîne behane, da xelik bizane Şêro ye û ne Reşo ye. Eger gundiya bi Reşoyê Êtîm nas kirbe û di demekî de xelkê çavê xwe jê wergêra be. Viyaye bi vê peyamê bo xelkê xwe bêje ku li caddên Ewrupayê şiya vê amancê bidest ve bîne û ne bitinê serê xwe û şerefa xwe biparêze, belku her weku wî hizir kirî, ew şiyaye mêrçakiya xwe bo xelkê welatê xwe hemiyê bizivirîne. Ya ji vê jî dwûrtir dema, efsera vekolînan pirs jê dikirin. Bi hemî mêraniya, diviya dorhêlî bo veguhêze, biha û qîmeta xwe di nav hevalan de bo vekolerê diyar dikir, ku hevalan navê wî kiribû Şêr. Diviya bi vê mêrçakiya di nav caddên Berlînê de kirî, di çavên vekolerê jî de bibe şêr. Ji ber hindê jî ew bawerî bi xwe nebû yan ew bawerî bo peyda nebibû ku xwe bi Şêro bide niyasîn yan bi Reşoyî û Reşoyê Êtîm.
“Min rolê xwe bi mêrane di nav hevalan da diyar kir. Ez bûme xuşmêrê şoreşê…. Ji ber zîrekî û mêranyên min. Hevala navê min kire şêr.,. … Berê xwe da xudana pirçê ka bawer jê kir yan ne..”

Mirovê rojhelatî bo hemî kar û kiryarên xwe egeran didane. Eve jî du tiştên jêk cuda ne, (ayîn û rewişt) têkelî êk bûn û di nav êk de heliyan. Dema em di nav aloziyekê de diborin, me rêkên xwe (qanîkirinê) hene. Em bo her tiştekî egerekî didanin û eve jî êk ji wan xalan e ku ev civake, jiyana xwe bibene ser û hest bi guneha derûnî neken. Reşoyî jî diviya bo vekolerê û bo wijdana xelkî hemiyê, dorhêlê civakê xwe vegêre û divêt bêje. Hûn şaş in û divêt hûn wek me bin, wek me hizir bikin û di jiyanê bigehin! Di ser wan çend salên wî li caddeyên Ewrupayê jî borandin, ne ew di wî civakî gehiştiye û neviyaye dest ji hizirkirin û rewiştên xwe jî berde. Her weku me babet bo dest nîşan kirî ku Reşoyî neviyaye bihête guhorîn û li ser eqliyeta xwe maye, dan bi wê eqliyeta neguhur jî kiriye.
“Ez dizanim hûn bi şaşî nabînin, dema kiçek bi dûv kurekî bikevit û leşê xwe bo bikete diyarî! Ez dizanim, hûn bi şaşî nabînin, demê jinek mêrê xwe dihêlit û roja dî mêrek dî li ber sîngê xu dinivînît?! Ez van tişta ji hewe dizanim, hûn dibêjin eve azadiya kesayetî ye. Ew kêşe û bînîna hewe ye. Wek serkirdekê siyasî biriyareka giring didet. Divêt hûn jî baş bizanin. Namûs li nik me piştî mirinê ye. Berî dînî ye. Berî welatî ye, berî her tiştekî ye! Hest kir, çend rojhelata navîn. Yê bo desta diqutin. ”
Ji blî ku hindek rewişt û tîtal, li def me bûne cihê pîroziyê û em neşiyayne xwe di ser re bihavêjin! Bes di naxê xwe jî de, wan pîroziyan em wek xwe dibînin, ne wek ayîn yan rewişt. Ew tiştê em bo xwe helal dikin, em bo yê beramber bi şaşî û guneh dizanin. Paqjkirina gunehê jî em sizaya kuştinê didanine ser. Xuzî çend vekolînên baş û têr û tesel, li dor wê tund ûtîjyê hatibane kirin, bitinê li dor wan haletan, ewên me jin pê siza dayîn, çi bi navê şerefê, çi bi navê namûsê û binemalê ban, da zanin em çend di nav eqliyeta xwe de dimend in. Me çend jin ji bêbextî û nezanîn û buhtan kuştine. Ji blî peydakirina hêlîvanka nexuşiyan, me çi di naxê xwe de hilnegirtiye û kengî em şiyane du tiştan danin ber sînga xwe. Hizirkirin û xweguhorîn ya dijî, rizgarbûn ji eqliyeta daxistî. Hîngê em dê berev jiyaneka paqij û medeniyane çin. Dê me ew berhevî hebe, em di êkûdu bigehin û wek hemî civakan, berev jiyaneka aram û tena biçin. Ku mafên her texekê diparastî bin û biriyar di destê civakî de nemîne, belku yasa serwer be.
Dumahiya vî babetî jî dê bi vê diyaloga di navibera Reşoyî û Xecê de, vê nivîsînê bi dûmahî înim. Ku xwandevan dema li vê romanê dizivire, wan hemî tiştan tê da bibîne, yên romannivîsî du cîhanên cuda tê da gehandine êk û xudîkek danaye li pêş çavên me, em tê da temaşayî herdu cîhana bikin, em ji nû bibine xudan biriyarên xwe yên dûmahiyê.
“- kes eger nîne ji te pêve. Te mala me wêran kir. Te em hemû berze kirin. Te neşiya xwe biguhirî. Tu her may Reşoyê Şivan. Tu nehatiye guhirîn, tu her ew mirovê dinya nedîtî. Te diviya gundî bi çiya ve û pez û kepenê xwe ve di gel xwe bîniye Berlînê. Te diviya me wek pezî bi gupalî xudan bikî.
………. Min gelek xwe bi te ve westand. Da te bikeme mirov. Te fêrî jiyana mirovan bikim.
- Erê… Te diviya ez bibime gewadê te. Te di kuşa êkî da bibînim, çavên xwe şur bikim.. ……………. Her roj di nav nivîna êkî da binivî…?!
- Ne min bikuje lê bêbextiyê li min neke. Min namûsa te ya paratsî. Heta te ez berdayîm. Paşî min ya şû kirî wek her jinekê. Yan te jin divên û min mêr nevên?
………..
……….
- Min yan te?! Ew kî bû nîvşev serxuş dihate mal? Ew kî bû pare ji cizdankên wan didizîn û dikirine di paxlên qehban da?!
Destê kêr tê da har bû. Neviya pitir nihênyên wî aşkira bibin. Jûrda weşande dilê wê…
- Dane. .. Lêbide… Min pirt pirt bike. Lê baş bizane min namûsa te nefirotiye. Min diviya xwe biparêzim. Min wek te nekiriye. Her roj di kuşa jinekê da. Heta qedera wî gehandiye nivîna kiça wî ya bê xudan.. Tiffif hey bênamûs…

Jêder:
Hesen Îbrahîm, Xeca Berlînê - roman, sala 2010ê.
Selame Musa, Dîrasat sîkolociye, lîlneşir we eltewzî.
Rîmon Karbantie, tercime: Nesîm Nesir, Mirfet Elxeyr.
Selame Musa, Eleqil elbatin ew mukewinat elnefis, Elhîlal bî Misir, sala 1982yê.



الأحد، 20 فبراير 2011

مه‌لا نه‌جمه‌لدین بابك


مه‌لا نه‌جمه‌ددین كى یه‌
ناڤێ وى یێ دروست (مه‌لا نه‌جمه‌ددین كورێ مه‌لا ئه‌حمه‌دێ بابك) ه‌، برایێن وى (حوسنى بامه‌رنى و مه‌لا عه‌بدولره‌حمان) كو ره‌وشه‌نبیر و هوزانڤان بونه‌ و به‌رهه‌م ل پاش خوه‌ هێلاینه‌. ژێده‌رێن ل سه‌ر ژیانا ڤی هوزانڤانی ب ده‌ست مه‌ كه‌فتین دكێم بونه‌، هه‌ر وه‌سان  به‌رهه‌مێ ل پاش وی ژى مای، بتنێ ئێك هوزان بویه‌، ئه‌و ژی دئه‌رشیفێ ده‌ست نڤیسێ هوزانڤان (عه‌بدوللا مه‌لا حه‌سه‌ن نه‌قشه‌به‌ندی) دا بو. هوزانه‌كا زورا جوان و لێكدای ب زمانێ عه‌ره‌بی هاتیه‌ ڤه‌هاندن، ب سالوخدان و وه‌سفكرنا باخچێ بن گویزا هاتیه‌ نڤیساندن، ئه‌ڤ باخچه‌یێ ژ لایێ (شێخ غیاس لددین نه‌قشه‌به‌ندى) ڤه‌ ل بامه‌رنێ هاتیه‌ چێكرن، كو دوی ده‌می دا ڤی باخچه‌ی گه‌له‌ك ناڤ و ده‌نگێن خوه‌ وه‌رگرتبوون، گه‌له‌ك هوزانڤانێن دى ژی ل سه‌ر جوانى و سالوخدانا ڤى باخچه‌ی نڤیسینه‌، وه‌ك (حوسنی بامه‌رنی) و هوزانا وی یا بناڤ و ده‌نگ (حه‌ودێن بن گویزا) و دیسان (ئه‌حمه‌دێ نالبه‌ند) ژی دهوزانێن خوه‌ دا ئاماژه‌ بڤی باخچه‌ی دا یه‌. 


هوزانڤان دژێده‌ران دا
ژێده‌رێن تایبه‌ت ب هوزانڤانى ڤه‌ و پشتى لێگه‌ریانان بده‌ست مه‌ كه‌فتین، بتنێ دناڤ هنده‌ك په‌رتوكان دا ئاماژه‌ پێ هاتیه‌ دان،  ژ وان ژى:
ـ فڤلا‌و بهدینان: اعداد مسعود محمد سعید یاسین الریكانی ـ دهوك1997 ژماره‌(13). ب هژمارێن ناڤداران بپ22، ملانجم الدین البامرنی. و بڤی ره‌نگێ خارێ تێدا هاتی یه‌.
(مه‌لا نه‌جمه‌لددین بامه‌رنی، ئێك ژ زانایێن زیره‌ك بوویه‌ و وه‌ك ماموستایه‌كێ به‌رده‌وام ل سه‌ر زانیاریێن  عه‌ره‌بیێ و هنده‌ك ژ زانیاریێن دینی ل ته‌كیا نه‌قشه‌به‌ندی ل بامه‌رنێ ده‌رس داینه‌، مروڤه‌كێ ژ خوه‌ شه‌رم و ژ خودێ ترس بوویه‌. لێ دگه‌ل خویندكارێن خوه‌ یێ زڤر بوویه‌،  گه‌له‌ك لبه‌ر ده‌ستێ وی فێربوینه‌. وی ده‌ستێ باشێ نڤیسیێ هه‌بوو، ئه‌ڤ مه‌لایه‌ كورێ مه‌لا ئه‌حمه‌د بابكی یه‌ و مه‌لا ئه‌حمه‌د بابك  ژ خویندكارێن مه‌لا (یه‌حیا مزوری) بو. 
مه‌لا نه‌جم الدین بابك ل سالا(1369ك/ 1949ز) چوویه‌ به‌ر دلوڤانیا خودێ.

ـ  دپه‌رتوكا (اماره‌ بهدینان العباسیه‌) ـ محفوڤ العباسی 1969، ص182مه‌لا نه‌جم الدین بامه‌رنی و بڤی ره‌نگی هاتیه‌ نڤیسین.
(كورێ مه‌لا ئه‌حمه‌د ـ خویندكار لبه‌ر ده‌ستێ مه‌لا (یحیی مزوری)، ئێك بوو ژ ده‌رسدارێن ته‌كیا نه‌قشه‌به‌ندی ل بامه‌رنێ و هاتبو نیاسین ب باشی و بهایێ وی یێ كه‌سایه‌تی و ره‌وشه‌نبیری دناڤ خه‌لكی دا ـ جوانیا ده‌ستخه‌تێ نڤیسینێ و ره‌قی یا وی  دگه‌ل خویندكارێن وی و گه‌له‌ك ژ خویندكارێن وی پله‌یێن زانینێ یێن بلند وه‌رگرتینه‌ و( ل سالا1369ك/1949ز) چوویه‌ به‌ر دلوڤانیا خودێ. 

ـ په‌رتوكا الامداد ، شرح منڤومه‌ الاسناد ـ اكرم عبدالرهاب ، و فیه‌ تراجم للعلما‌و ه‌ اهم مصادر الاسلام. به‌رگێ دوێ. لاپه‌ره‌ 54 و ئه‌ڤ نڤیسینا لخارێ ل سه‌ر هوزانڤانى دگه‌ل ڤێ پارچا هوزانێ هاتیه‌ نڤیسین.

وكل مر كریه‌ گعمه بشع                         لدى المژاقه الا قهوه‌ البن
هى التى اشتاقت الاشراف شربها          دون الدنایا تدنوا قهوه‌ الدن

دبیت ئه‌ڤ شعره‌ هێشتا یا درێژ بیت به‌س هه‌ر چاوابیت بتنێ ئه‌ڤ هه‌ردوو مالكه‌ دوى ژێده‌رى دا هاتینه‌ نڤیسین، دیسان ئه‌حمه‌دێ نالبه‌ندى ژى ل سه‌ر ڤێ شهرێ زێده‌كریه‌ و ئه‌ڤ چه‌نده‌ وێ دگه‌هینیت كو دویر نه‌بیت بتنێ ئه‌ڤ هه‌ردوو مالكه‌ بن. ئه‌و شعرا ئه‌حمدێ نالبه‌ند ل سه‌ر ڤان هه‌ردوو مالكان زێده‌كرى ژى ئه‌ڤا لخارێ یه‌.


تخميس (احمد بامرنى) على شعر مدح القهوة مدحها نجم الدين افندى البامرنى.

الجوع لما بدا في الناس قد خضعوا
طبعا و سروا كثيرا حينما شبعوا
فكل حلو به الانسان ينتفع
و كل مر كريه طعمه بشع
لدى المذاق الا قهوة البن
الله حبب فى الافواه لذتها
و كما لذ لدى الطبع مرارتها
اسعى كثيرا و لا ادرى حقيقتها
و هى التى اشتاقت الاشراف شربتها
دون الدنايا تدنوا قهوة الدن
لله در عقول ظل اسسها  
 او (من يرض بالترك عنها حين حارسها)
وفى المجالس كل الناس جالسها
بجبة المدح نجم الدين البسها
فاحمد بن امين قام خمسها
او (فاحمد زاد فيها ثم خمسها)
و هو الذى اشعر الامثال فى الفن
تجنبو ما استطعتم عن اراذلكم
و حطوا قدر الدنايا تحت ارجلكم
لكى تصوروا كثيرا من امثالكم
تقهوا و تشيوا فى محاقلكم
بان شبعتم ترضوا ربكم 


ئه‌ڤه‌ ژى نمونا هوزانا وى یه‌، كو ب زمانێ عه‌ره‌بى هاتى یه‌ نڤیسین و ب باخچه‌یێ حه‌ودێن بن گویزا ل بامه‌رنێ، وه‌ك سالوخه‌ت و جوانیا وى باخچه‌ى وه‌سف كریه‌. 


رياح صبا

رياح صبا بامرنى هبت تفرجا
بنزهة ازهار و كشف الحقائق

ففاظت رياض الارض حتىَ تنفست
بروضة ملا و الافندى الشقائق

راتها محلا قد تحلى بازهر
و انواع اوراد عديم الرفائق

كحناء ذات النور عيناء نرجس
لجينى هدب مسجد الحدائق

تهز الرؤس افتخارا بشانها
على القامة العليا الرفيع المناطق

و ريحان عال عنبرى معطر
سواد الوجوه كالعبيد الرقائق

كمثل فتات الورد جعداء سنبل
كجعد العقاصل فى زلوف العواشق

و امثال شبونا خيرات المناظر
بكثرة الوان قليل الرفائق

و حوض (صوص) براق لصغرة و جهها
تخطف عين الناظر كالصواعق

و جنبد عشق و الفرنجى جيجك
كذالك العراقي الرقاق الروائق

وورد الربيع ياسمين موقر
على قدها مثل النخيل البواسق

و احسنها شانا جنابير خصصت
بنبتها اسما لخير الخلائق

تطالب مشام الجالسين بقربها
كما قد تطاب حين شم الورائق

و لاسيما شبوا اذا جن ليلها
تفوح كعود واقع فى الحرائق

واذا ذاك كانت كالفنان (لعنان) تلبست
باثواب خظراء رافعات العنائق

وكانت اذا هب الرياح ترونها
برقص طربن مائلات التعانق

و كانت لها عين كثلج مياهها
و عذب فرات سائغ للشرائق

وفى ظل اشجار الخلاف بجنبها
كراسي ماوى الناظرين الموافق

وما فوقها كبر المصلى و تحتها
محل جلوس المرشد بالطرائق

خصوصا براس العين بامرنى حدقت
قبال الجبال و كرها بالتطابق

فطابت بها نفسا و قالت ترنما
لهذا لعمرى من بديع الحذارق

ولو كان للدنيا على الارض جنة
لهذا الا ما لعاد المنافق

لهذا ترون الزائرين بهجمهم
كهجم العدو فى جبال الطوارق

ففاحت بتاريخ لشان بهائها
حديقة راس العين راس الحدائق


السبت، 19 فبراير 2011

Nivîsîn bi qelemê hibrî -2-

Tirs

Hemiyan pê xweş e guh li stirana kuçk û dîwanan bigirin, heku Nadir Spîndarî Leilîxana Guveyî dibêje yan Lawikê Meidenî bi dengê Xelîl Bakûzî yan dema Hesen Elî Xencer “Ûsê zerî bi qesabê serê” dide niyasîn yan heku Şukrî Bêsevî tiblên xwe dike di guhên xwe re û pif dike Seydiko Seydevanan, bi rastî dengê wan û selîqa stirangotina wan, gelek li dilê me dihêt û em nahêlin kippên ji dengê biçûkekî bihêt. Te her divêt tawîka bideyê û guhê hemiyan jî di gel xweş dihêt.
Di salên ji nû televîzyon li ser çayxaneyan hatine belav kirin, her gava fîtî û destqutan bi ser gundî ve çûban, hemiyan dizanî Semîra Tewfîq hatiye ser şaşa televîzyonê û tiştê seyr jî jê, jinan jî hesîdî bi dîtina wê ve dibirin, belê ne ji ber dengê wê, belku ji ber ku ew jin şiya serinca zelam û lawên gundî bo xwe rabikêşe, tu bêjî ya bi çi bejn û bal e.

Çend xweş e heku ez van hizran dikim, herçende wêneyên min yên zarokîniyê jî bûn, belê hemiyan dizanî çawa derbirînê ji hastên xwe bikin. Te çi viyaba û te hez jê kiriba, ta te guhê xwe daba çi jî, kesê mayê xwe di te de nedikir. Ji ber ku ew hastên te bûn û bê ziyan bûn û ew bi ser tuxîbê kesî ve nediçûn. Tu di wan de azad bûyî. Bi rastî seyr e eva em nuke xwe tê de dixapînin. Em hemî hastên xwe veşêrin û me şiyanên derxistina wan nebin û em neşiyabin xweşiyê jê werbigirin. Di beramber de, hindekên dî, berîkên xwe li ser hisaba me tijî dikin.
Tirsa me ya yekê ji hezjêkirinê ye, ji ber hindê jî em zûka li xwe biguman dikevin. Her dîdara hunermendekê stiranbêj, dê bînî ji folklorî dest pê kir, bi behaneya saxkirina paşmaweyê babûbapîran. Bi rastî jî mafê wî ye, ji ber ku guhên xelkî jî li yek awaz û selîqe bi tinê xweş dihên û ditirse, ew pareyê li yekem kilîpa xwe dimezixîne, xwerciya xwe nezivirîne. Da ku ew xwe ji tirsa yekê jî derbas bikin jî, divêt ew ji (gundî û hevcarî û cihalî û bagurdanî û befrîkê) dest pê bikin ve. Kengî em şiyan xwe di gel rojan biguncînin, hîngê em dê biazadane wî navî bêjin, yên em hez jê dikin.

Ecayib

Tu çend dinyadîtî bî, xewnên te jî hindî wê dîtinê bi dinyayê de diçin. Hindek xewnan bi tirimbêlên gêçsifir ve dibînin. Her tirimbêla di ber çavên wan re dibore jî, ew çavên xwe di dûf re dixişînin; navê wê, modêla wê, bihayê wê, sîka wê! Ya giring ne ew e, ka wî çi cure tirimbêl divêt, yan kiriye dilê xwe û her gava ji destan hat, dê kîjan curî bikire. Ew xewnên wî ne û xewnên wî jî cîhana wî ya rojane ne. Hemî cur divên, çinku çavên wî diçinê. Bi rastî çavên mirovî diçine gelek tiştan û mirov xewnan bo dibîne û xweziyan bo radihêle. Min bo gelek tiştan digot can e! Muzîk û stiraneka xweş, piyaseyek di gel hevalekî, dîtina kesekê nêzîk, xwandina pirtûkekê, yan heku ez berev jiyana gundan ve diçûm û her tiştekê bi ber çavên min keftiba, bo min seyr û can bû. Hindek caran jî berêxwedana fîlmekî bo pitir ji seetekê xweşiyek li dev min peyda dikir.
Canî û kirêtî di jiyana her kesekî de hene. Dikandar bizavê dike refatkên dikana xwe bi tiştên ciwan bixemilîne, mêzên firotina bacansorkan ji ciwanî û maqûliya danana wan çavên mirovî disihirînin. Sorav û mikyac bihayê ciwaniyê bilind dikin, modêlên destikên mobîlan di gel werzên salê dihêne guhorîn, tirimbêl divêt kêçsifir be! Bi rastî li vî zemanî ciwanî bûye modêl û tiştê gelek caran min hêbetî dihêle û hemî fîtik û xweziyan bo radihêlin, dê bêjî hemî zegurd in û dê keniyan jê dizin, dê bêjî hemî li hîviyan pasê û bi çarçavkî xwe di cwaniyê werdikin, bi çarmêrkî lê siyar dibin! Dê bêjî mewlîd nebûye û hemiyan divêt kefçkê xwe tê bihelînin. Her gava bû demê xwandina dua û bilindkirina destan li esmanî, hemî pêk ve di dûf re dibêjin Amîn. Hemiyan hezên ciwaniyê hene û hemî devê xwe bo dihêline beş. Bi rastî seyr e û ya ji hemiyan jî seyrtir, xelkekê ta hefkê dilovanî û atifiyet li def, xelkekê hêj di ber zincîreyên dublajkirî û fîlmên hindî re rundikên wan diêne xwar. Her gava te ebayê ciwaniyê ji çavan dûrxist û serûçav bê mikyac nîşadan, lêv û lumturên xwe li te tirş kirin, dinya li pêş çavên wan hemiyan tarî û reş dibe.

Mixabin

Gotinek heye dibêje (Daska hedadî çi car seqakirî nîne) herçnede ev gotineka dûrî vî demê nuke ye jî, ku evro em bi xwe xudanên telstar û digîtal û înternetan dizanin. Belê ji ber ku me çi tişt nînin em gotinên nû jê çêbikin, em neçar in gotinên kevin dubare, bihayî bidinê.
Bi rastî em fêr in bihayî bidin hemî tiştê kevin, ji ber ku em neşiyane tiştê nû biafirînin yan bi milkê xwe bizanin. Ta aşiqên me jî, dema mesica bo yekûdu dihinêrin, peyvên hindekên dî bo xweştiviyên xwe dikine diyarî. Beriya çendekê bû, bi bihaneya ku peyvên min ciwan û lêkdayî ne, daxwaz ji min hate kirin ku ez çend gotinekên aşiqane bo kesekî binivîsim, da ew ji layê xwe ve, bo hevala xwe bi mesiceka hezjêkirinê virê bike. Li vêre ez ketime danûstandinê di gel naxê xwe, aya eger ew mesic çend ciwan û daxbar be jî, tu bêjî şiyanên gehandina du dilan hebin û du kesan bigehîne yek. Eger hat û ew gehandine yek jî, aya ev kesên he dê çend di jiyana xwe de serkeftî bin, eger wan senga yekûdu li dûv nazikî û rastgoyiya wan peyvan kêşa û zanî.
Mixabin, me çi caran bawerî bi hezjêkirina xwe nebûye û em herdem ji vî layenî ve hest bi buşahiyekê dikin, ji ber ku me serderiya hezjêkirinê nezaniye û em di derbirîna hestên xwe de serkeftî nebûne. Em hezjêkirina xwe û ayindeyê xwe û kesayetiya xwe û dîtina xwe bo tiştan, di cotê pêlavên xwe re dibînin. Em gelek bihayî didine (lemiandina) wê, bê em li cewherê tiştî bigerin, bê em li (fesl û esasa) bigerin. Ji ber hindê jî, gotinên me çawan dihên bi wî rengî berze dibin. Pîroziyên me li ser me ferizkirî ne, di gel kirîna her cotekê pêlaveka nû jî, xewnên me nû û dibin ve û ji me ve em dê pê berev hezjêkirineka dî ve biçin. Mixabin, em cotê kevin zû ji bîr dikin û careka dî em ji çinnehiyê dest pê dikin ve. Rehmetî Ebdilwahid Zaxoyî gelek gotiye: Mixabin. Bes bixabin em wê stiranê her vedigêrin, bê em bihayê wê mixabiniyê bizanin. Eger em bizanin jî, em ditirsin tiştekê nû biafirînin, hîngê (lemiandina) pêlavê têkelî binê wê yê diryayî dibe.

الاثنين، 14 فبراير 2011

نڤیسه‌ر و نهێنیا حبرێ ره‌ش


عبدالرحمن بامه‌رنى
هه‌ر ده‌ما ئه‌ز دچمه‌ بازارى و رێكا من  دبه‌ر (په‌رگه‌هه‌كێ) را  دكه‌ڤیت، ئه‌ز چاڤێ خوه‌ ل كرینا قه‌له‌مه‌كى دگێرم و پتریا جاران ژى حه‌زا من ل سه‌ر قه‌له‌مێ حبرێ وى ره‌نگ ره‌شه‌. ئه‌ز حه‌ز دكه‌م هه‌ر نڤیسینه‌كا من یا جان  ب قه‌له‌مه‌كێ جودا بهێته‌ نڤیسین، ره‌نگێ هه‌مى نڤیسینان ژى ژ ره‌نگێ ره‌شى ده‌رنه‌كه‌ڤیت. هه‌ر بابه‌تێ من بو نڤیسینێن خوه‌ هه‌لبژارتى ژى، كو ئه‌ز شیابم تشته‌كى تێدا بگه‌هینم، ره‌نگێ ره‌شه‌. مه‌رج نینه‌ ئه‌و تشت د چ بواره‌كى دا هاتبیته‌ دارشتن و پتریا بابه‌تێن نڤیسینێن من ژى یان شعرن یان ڤه‌كولینێن هزرى نه‌. ژبه‌ر وێ خوشیا ئه‌ز ب وان بابه‌تان دبه‌م و ئه‌ز یێ ژێ رازى، پتریا جلكێن من د ره‌شن و یا راست تر ئه‌ز پتر ب وان جلكان یێ كه‌یف خوه‌شم، ده‌ما ره‌نگێ وان یێ ره‌ش بیت.
ره‌نگێ ره‌ش گه‌له‌ك سالوخه‌تێن خوه‌ یێن باش و خراب بو نڤیسه‌رى هه‌نه‌. ئه‌گه‌ر ژى، ل رامانا دروستا ڤى ره‌نگى بگه‌رین، دێ بینین دوو جورێن مروڤان حه‌زا ل سه‌ر ڤى ره‌نگى هه‌ى. ئه‌ڤ هه‌ردوو جینه‌ حه‌ز دكه‌ن پتریا ده‌مێن وان ئه‌ڤ ره‌نگه‌ لبه‌ر بیت. ئه‌و هه‌ردوو جین ژى نڤیسه‌ر و به‌هى چنن یان خودانێن به‌هیانن. نڤیسه‌ر حه‌ز دكه‌ن دگه‌ل قه‌له‌مێ خوه‌ بژین و بهایێ خوه‌ دقه‌له‌مێ خوه‌ و دماندیبونا وى را دیار بكه‌ن. حه‌ز دكه‌ن ژى هه‌مى كه‌س بزانن كا وى چ داهێنان كریه‌. كه‌سێن دن ژى، یێن حه‌ز ل سه‌ر ره‌نگێ ره‌ش هه‌ى، خودانێن به‌هیانه‌ و نه‌ دویره‌ ژى نڤیسه‌ر ژى وه‌ك وان به‌هى چن و خودانێن به‌هیا بن. ژبه‌ركو خودانێن به‌هیا كه‌سه‌كێ خوه‌ یێ نێزیك یێ ژ ده‌ست دایى و ب مخابنى ژى ڤه‌ دبێژم، نڤیسه‌ر به‌هیێ بو داهێنان و نڤیسینێن خوه‌ ددانن!. 
نڤیسه‌ر بگشتى دوو جاران هه‌ست ب ماندیبونێ دكه‌ت. جاره‌كێ ده‌ما هه‌مى ده‌مێ خوه‌ بو نڤیسینێن خوه‌ ته‌رخان دكه‌ت، سه‌رێ خوه‌ دئێخته‌ دناڤ گله‌ و گازنده‌یێن خه‌لكى و وان ئاریشه‌ و گرفتێن روژانه‌ به‌رهنگارى وان دبن. چ ئه‌و گرفت و ئالوزى دبوارێ سیاسى دا بن، چ ئابورى و چ ژى دجڤاكى بن. هه‌ر تشتێ گرێدان ب ئێش و ئازارێن خه‌لكى ڤه‌ هه‌ى، نڤیسه‌ر خوه‌ بخودانێ وان دزانیت. ژبه‌ركو نڤیسه‌ر وژدانا خوه‌ بكاردئینیت تا بشێت داهێنانه‌كێ بكه‌ت، هه‌ست دكه‌ت ئێكه‌م كه‌س و دوماهى كه‌س ئه‌وه‌ به‌رگریێ ژ وان دكه‌ت. هه‌ولدده‌ت هه‌مى شیان و بزاڤێن خوه‌ بێخته‌ دخزمه‌تا ڤى خه‌لكى و مروڤایه‌تیێ هه‌میێ دا. تشتێ بو وانا باشتر، خوشگوزه‌رانیا خه‌لكى، به‌رگریكرن ژ مروڤایه‌تیێ و ئه‌و توندوتیژیا به‌رامبه‌ر ته‌خه‌كێ دهێته‌ كرن، داهێنانا تشتێ جوانتر دهه‌مى بوارێن ژیانێ دا، هه‌ول دده‌ت تشتێ جوان به‌رهه‌م بینیت. خوشى و بشكورینان ل سه‌ر دێمێ خه‌لكى په‌یدا كه‌ت. هزر دكه‌ت ئه‌و یێ تشته‌كى به‌رهه‌م دئینیت، مفایێ وێ بو مروڤایه‌تیێ خره‌كێ یه‌، دێ شه‌ڤێن درێژ مینیته‌ هشیار و به‌رپه‌رێن سپى ره‌ش كه‌ت. ماندیبونا وى یا دیتر كو ئه‌گه‌ره‌كێ سه‌ره‌كى یه‌ نڤیسه‌ر پێ قه‌له‌مێ ره‌ش ل سه‌ر ره‌نگێن دى، سه‌ر پشك بكه‌ت! سه‌ره‌راى ته‌رخانكرنا ماندیبون و پتریا ده‌مێ خوه‌ ب ئاریشه‌ و خوه‌ش گوزه‌رانیێن خه‌لكى ڤه‌، دبه‌رامبه‌ر دا كه‌سه‌ك نه‌بیت به‌رهه‌مێ وى و وێ ماندیبونێ بخوینیت. 

تێبینى: ئه‌ڤ بابه‌ته‌ دروژناما (گاڤ) ژماره‌ 1 دا بلا ڤبویه‌.

السبت، 12 فبراير 2011

پێشكه‌تنا كه‌سى گرێدایى بیروباوه‌را نه‌


 ئه‌گه‌ر ئه‌م ئازادییا تاكه‌ كه‌سى بكه‌ینه‌ پیڤه‌ر بو هه‌ر گوهرینه‌كێ و ئافراندنه‌كێ، دێ بینین ده‌رفه‌تا ڤێ ئازادیێ مه‌ نه‌دیته‌ و ئه‌گه‌ر ده‌رفه‌ت بو په‌یدابونا وێ هه‌بن ژى، ئه‌م نه‌شیاینه‌ بكار بینین ژبه‌ر چه‌ندین فشاران كو دێ كه‌ینه‌ بابه‌ته‌ك بو دان و ستاندنێ. ئه‌گه‌ر گوهرینێ وه‌ك پێنگاڤه‌ك بو باشتربونێ وه‌ربگرین، دێ بینین هه‌ر ده‌م مروڤان حه‌ز ل وان رێكان هه‌بویه‌ كو زوى پێ بگه‌هنه‌ ئامانجه‌كێ و ژیانا خوه‌ پێ ئاسوده‌تر لێ بكه‌ن. ژڤێ هه‌ڤكێشه‌یێ ژى خه‌ون و خوزیێن وى بو گه‌له‌ك بیاڤان بژاله‌ دبن، به‌لێ دبیت ئه‌و تشتێن كو خه‌ون و خوزیێن وى ل سه‌ر ئاڤا دبن، هێشتا برێڤه‌ بن یان نه‌شیابیت ژبه‌ر هه‌ر ئه‌گه‌ره‌كێ هه‌ى، بگه‌هیتێ. ئه‌گه‌ر بزڤرینه‌ هه‌ڤكێشه‌یێ و ل گرێكا دكه‌ڤیته‌ به‌ر سینگێ هه‌ر بزاڤه‌كێ بنێرین، دێ بینین كو هنده‌ك گرێدایى ره‌فتارێن مروڤى بخونه‌، كو مروڤى حه‌زا هه‌ى وان گرێكان لپشت خوه‌ بهێلیت یان دسه‌ر را گاڤ بده‌ت، لێ هه‌رده‌م ئاسته‌نگه‌ك دكه‌ڤیته‌ درییا وى دا، ئه‌و ژى كى دێ خه‌لكێ ل ره‌خ و دووران گوهریت یان رازى كه‌ت كو ئه‌ڤه‌ باشترینه‌.
لڤێره‌ بتایبه‌تى ته‌خا ره‌وشه‌نبیر دكه‌ڤیته‌ به‌رامبه‌ر دورهێله‌كى كو گه‌له‌ك جاران دبیته‌ ئه‌گه‌ر نه‌شێت برولێ خوه‌ یێ ره‌وشه‌نبیرانه‌ رابیت، تا دناڤ بچوكترین ته‌خ ژى دا یان تا دناڤ خێزانا خوه‌ دا.
مه‌ بڤێت و نه‌ڤێت كومه‌لگه‌هێ كورده‌وارى و بتایه‌بتى لده‌ڤه‌را مه‌، ژ مێژه‌ نینه‌ هیبویه‌ ژیانا باژێرى و ژوێ ژیانێ ژى، ئه‌و ده‌رفه‌ت بو په‌یدا نه‌بویه‌ كو خوه‌ دگه‌ل پێشكه‌تنا نوكه‌ و ڤێ ته‌كنه‌لوژیایێ بگونجینیت و نه‌ بتنێ زوى دكه‌ڤیته‌ خه‌له‌تیان، به‌لكو ئه‌ڤ كوما گوهرینان مێشكێ وى ئالوزتر لێكریه‌ و دناڤبه‌را دوو دورهێلێن ژ ئێك جودا دا ئاسێ كریه‌، ئه‌و ژى به‌رێخودانا رابردویێ خوه‌ و پاشماوێ باب و باپیران، كو ده‌وروبه‌رێن وى هه‌مى ل سه‌ر وى چاڤدێرن و پێنگاڤ و ره‌فتارێن وى ل سه‌ر وى حساب دكه‌ن و گرێدانا وى رابردویێ ل سه‌ر وى (فه‌رز) كرى، ب دورهێلێ ئه‌ڤرو كو پێ ل گه‌له‌ك ره‌وشت و تیتالان ددانیت و گه‌له‌كان ژێ ل پاش خوه‌ دهێلیت. ده‌ما ئه‌م زاروكێن خو فرێدكه‌ینه‌ قوتابخانێ و فێردكه‌ینه‌ زانینێ و ده‌ما ئه‌م كومبیوته‌رى بو دكرین و دیجیتالان دئینینه‌ دمالێن خوه‌ ڤه‌ و ب كونترولى ئه‌م دچركان دا ل جیهانێ هه‌میێ دنێرین و ده‌نگ و باسێن  ملله‌تان سه‌ح و سى دكه‌ین، كا چ ل روژهه‌لات و روژئاڤایێ جیهانێ دروست دبیت و چ رویدده‌ت. ئه‌ڤه‌ ئه‌م یێ به‌ره‌ڤ گوهرینه‌كێ ڤه‌ دچین، مه‌ دڤێت ئالیێ باشێ ڤێ پێلا پێشكه‌تنێ بو خوه‌ راكێشین و دهه‌مان ده‌مدا، ئه‌م دترسین ئه‌ڤ گوهرینا هه‌ بو مه‌ بخرابى بزڤریته‌ ڤه‌ و باجا ڤێ پێنگاڤێ بده‌ین.
دبیت گه‌له‌ك ئه‌گه‌ر هه‌بن بو مه‌ترسى و نه‌ وێره‌كیا مه‌ و هه‌ر ئه‌ڤ ئه‌گه‌ره‌ ژى پاشماوه‌ك بیت، ئه‌وێ ژ درێژییا وان شه‌ر و كاره‌ساتان  بو مه‌ ڤه‌مایى و ئه‌م جورئه‌ت نه‌كه‌ین چ تشته‌كێ نوى ب ئافرینین! ژبه‌ركو بتنێ ئه‌م یێن دحاله‌تێ به‌رگریێ دا و ئه‌و ره‌وشت و تیتالێن ژ باب و باپیران بو مه‌ ڤه‌ماین و ئه‌و بیروباوه‌رێن وه‌ك ئایین ئه‌م ل سه‌ر دچین، ترسه‌كا دى بن، كو مه‌ شیانێن خوه‌ گونجاندنێ دگه‌لدا نه‌بن، هه‌ر نویاتیه‌كێ ژى ئه‌م سه‌ده‌ها حسابان بو بكه‌ین. ژبلى كو ململانا حزبابه‌تى شیانێن مه‌ هه‌مى چارچوڤه‌كرینه‌ كو دێ ژێ به‌حس كه‌ین، ئه‌گه‌ر ئه‌م ره‌وشت و تیتالان و بیروباوه‌رێن ئایینى وه‌ك ده‌ستهه‌لات وه‌ربگرین، دێ بینین ئه‌ڤ ده‌ستهه‌لاتێن هه‌ ل به‌رامبه‌رى ڤێ پێلا ته‌كنه‌لوژیایێ دئێكگرتى نه‌، هه‌ر چه‌نده‌ ئه‌ڤ ده‌ستهه‌لاتێن هه‌ بره‌نگه‌كێ جودا و به‌رته‌نگ خوه‌ دگه‌هینه‌ ره‌وشت و تیتالێن جڤاكى، مروڤى ب به‌رژه‌وه‌ندا كه‌سان ڤه‌ گرێدده‌ن و پاشماوه‌كێ ژبیركرى، دگه‌ل ده‌ستهه‌لاتا ئایینى كو ئه‌ڤرو یا ژ چارچوڤه‌یێ خوه‌یێ پیروز  ده‌ردكه‌ڤیت و بو مه‌ره‌مێن سیاسى یێن به‌رته‌نگ دهێته‌ بكارئینان. ژبه‌ر فشارا ڤان ده‌ستهه‌لاتان ژى ئه‌م نه‌شێین مروڤێن ئه‌كتیڤ بین، ژبه‌ركو هه‌ر تشتێ نوى، نویاتیه‌كه‌ و زێده‌هیه‌كه‌ بو وان ده‌ستهه‌لاتێن مه‌ ژێ گوتى. ژبه‌ر هندێ ژى و دا كو هه‌ڤدژیێ دگه‌ل ده‌وروبه‌رێن خوه‌ نه‌كه‌ین و توشى چ گرفتێن كومه‌لگه‌هى نه‌بین، ئه‌م خوه‌ دویرى هه‌ر تشته‌كى دكه‌ین، ئه‌گه‌ر تا راده‌یه‌كێ بچویك ژى مه‌ گومان ل سه‌ر وى تشتى هه‌بیت. ژبه‌ر هندێ ئه‌م پتر ب كومه‌لگه‌هه‌كێ چاڤلێكه‌ر دهێینه‌ نیاسین و بو هه‌ر نویاتیه‌كێ ژى مه‌ ئه‌و وێره‌كى نینه‌ خوه‌ تێوه‌ركه‌ین، ئه‌گه‌ر سه‌دا سه‌د ژى ئه‌م بزانین چ پاشماوێن خراب ددویف را په‌یدا نابن. ژ ئه‌نجامێ ڤێ هه‌ڤكێشه‌ییا چاڤ ترسیایى، هه‌ر كه‌سێ پێ ل جورئه‌تا خوه‌ نا و پێنگاڤه‌كێ بو پێشڤه‌ چوو و ژ هێلا سورا جڤاكى و ئاینى ده‌رباز بو، دێ بینى شنوى خه‌لكێ دى چاڤ لێ دكه‌ت و ئه‌و تشت دبیته‌ تشته‌كێ (عه‌ده‌تى). نمونه‌ ژى مه‌ گه‌له‌ك هه‌نه‌، هه‌ر ژ هاتنا سه‌ته‌لایتێ و دیتنا خه‌لكى بو ئه‌ڤ كه‌سێن ئه‌ڤ جیهازه‌ دكێشانه‌ دخانیێن خو ڤه‌ و هه‌ر ژ كومبیوته‌رى و كافیین ئه‌نترنێتێ و كرنا به‌را جل و به‌رگان و تا كارێ روژانه‌ ژى كو داهاتیه‌كى بو خێزانێ كوم ڤه‌ دكه‌ت. دێ بینى كه‌سانه‌ك دكاره‌كى دا سه‌ركه‌ت و هه‌میا پێكڤه‌ به‌رێخوه‌دایێ و نمونا دكانێن بیتزایێ و ڤه‌كرنا ماركێتا و جل و به‌رگان و تا ده‌ركه‌تنا سێرانان و گێرانا ئاهه‌نگان ژى! لڤێره‌ ئه‌گه‌ر ئه‌م پسیاره‌كێ بكه‌ین و بێژین بو هه‌ر گوهرینه‌كێ مه‌ چه‌ند كه‌س دڤێن پێ ل جورئه‌تا خوه‌ بدانن تا خه‌لكێ دى ژى چاڤ لێبكه‌ت و تا ئه‌و تشت دبنه‌ تشته‌كێ نورمال، یان كو هه‌ر پێنگاڤه‌كا نوى و هه‌ر كه‌سێ بڤێت گوهرینه‌كێ بكه‌ت، دڤێت دوو خالان دانیته‌ پێش چاڤێن خوه‌، ئێك دڤێت هه‌ر پێرابونه‌ك دگه‌ل بیروباوه‌رێن ئایینى بگونجیت و یا دوێ ژى، دڤێت ئه‌و پێرابونه‌ ژ بن پیڤه‌رێن جڤاكى ده‌رباز نه‌بیت، ژبلى ڤان هه‌ردوو فشاران ژى هه‌مى تشته‌ك ئازاده‌ و خه‌لك هه‌مى دشێن به‌ره‌ف وان تشتان ڤه‌ بچن.  
تشتێ دى یێ شیانێن تاكه‌ كه‌سى چارچوڤه‌ دكه‌ت و به‌رزه‌دكه‌ت، به‌رزه‌كرن و مژویلكرنا كه‌سێ شیاوه‌ دجهێ نه‌ شیاو دا، بتایبه‌تى دڤان بیست سالێن بورى دا. ئه‌گه‌ر ئه‌م ده‌ستپێكا سه‌رهلدانێ بكه‌ینه‌ قوناغه‌ك بو مروڤێ كورد و بتایبه‌تى ل كوردستانا ئازاد، دێ كه‌ڤینه‌ به‌رامبه‌ر دورهێله‌كى كو بهه‌مى لایه‌كى ڤه‌ شیانێن مروڤى  هاتینه‌ به‌رزه‌كرن. ئه‌ڤ چه‌نده‌ ژى بو دوو ئه‌گه‌ران دزڤریت، ئێك: ئه‌و عه‌قلیه‌تا پێ سه‌ره‌ده‌رى دگه‌ل ڤێ قوناغێ هاتیه‌كرن كو نه‌ یا ساخله‌م بو، عه‌قلیه‌تا چیایى هاته‌ په‌یره‌وكرن و عه‌قلیه‌تا چیایى ژى خزمه‌تا هه‌ردوو ده‌ستهه‌لاتێن عه‌شاییرى و ئاینى دكه‌ت، گه‌له‌ك یا بزه‌حمه‌ت بو تو گوندییه‌كى بكه‌یه‌ رێبه‌رێ باژێره‌كى، (دگه‌ل رێزگرتنێ بو خه‌بات و ماندیبون و قوربانیدانا وان ئه‌ڤێن به‌شدارى شوره‌شێ بوین)، یان كو بسپورى و شاره‌زایى هاتنه‌ مراندن بێى كو پلانه‌ك هه‌بیت بو مفا وه‌رگرتن و بكارئینانا ڤان بسپورییان دكارێن وان دا. دوو، حزبایه‌تى: سه‌رهلدانێ گوره‌پانا سیاسى ژ گوره‌پانه‌كا كوردایه‌تى كره‌ گوره‌پانا ململانا حزبایه‌تى، ژڤێ ململانه‌یێ ژى، شیان و به‌هره‌مه‌ندییا تاكه‌ كه‌سى گورى بگره‌ و بكێشا حزبایه‌تى هاته‌كرن. هه‌لبژارتن و دامه‌زراندن ل سه‌ر بنیاتێ شیانێ و ئافراندنێ و بسپوریێ نه‌ هاتیه‌ بكارئینان! ئه‌نجامه‌كێ نه‌ ته‌ندروست ژى ل پاش ما كو تا ئه‌ڤرو ژى ئه‌م ژڤێ چه‌ندێ رزگار نه‌بوینه‌. ژڤێ بیروكه‌یێ ژى مخابن نه‌ بتنێ ئه‌م توشى ده‌رده‌سه‌رییان و شه‌رێن ناڤخویى بوین، به‌لكو ئه‌م نه‌شیاین گوهرینێ و ئافراندنێ ژى بكه‌ین.
ژ ئه‌نجامێ ڤێ هه‌ڤكێشه‌یێ، ئه‌م بوینه‌ جڤاكه‌كێ مشه‌خور و داهێنان و ئافراندنا مه‌ ژى یا چارچوڤه‌ كریه‌ و ئه‌م نه‌شێین خوه‌ دگه‌ل دورهێلێ خوه‌ بگونجینین، ئێك: ئه‌م نه‌شیاینه‌ جڤاكێ خوه‌ شروڤه‌بكه‌ین و تشتێن باش و خراب ژێك جودابكه‌ین و ئه‌گه‌ر تشته‌ك بو دوهى و رابردو یێ باش بیت، مه‌رج نینه‌ هه‌ر ئه‌و تشت بو ئه‌ڤرو یا ته‌كنه‌لوژیایێ یا باش بیت، هه‌ر دیسان ژى ئه‌م رێزێ ل ئاینێ خوه‌ بگرین دچارچوڤێ هاتیه‌ ده‌ست نیشانكرن دا و ئه‌م بشێین بزانین ئه‌و چ تشتن ئه‌م دشێین بخو وه‌رگرین و ئافراندنێ تێدا بكه‌ین و دگه‌ل شوپا ئاینى ژى یا هڤدژ نه‌بیت یان كو ئه‌م ئاینى ژ ده‌وله‌تێ جودابكه‌ین، برامانا كه‌سێن ئایینى یێن بسپور و شاره‌زا دزانستێ ئاینى دا، بتنێ بو وان هه‌بیت بێژن، ئه‌ڤه‌ دگه‌ل ئایینى دگونجیت و ئه‌ڤا هه‌نێ دگه‌ل ئایینى ناگونجیت. ململانا حزبایه‌تى بهێته‌ چارچوڤه‌كرن و رێكخراو سه‌ندیكایێن پیشه‌ى و دیموكراتى دئه‌كتیڤ بن و كارێ خوه‌ ئه‌نجام بده‌ن، دویرى سیاسه‌ت یان كو په‌یره‌وێ تایبه‌تمه‌ندیێ و بسپوریێ دهه‌مى بیاڤه‌كى دا بكار بینین. كه‌نگى ئه‌م شیاین خوه‌ ژ ره‌وشت و تیتالێن خوه‌ یێن جڤاكى رزگار كه‌ین، برامانا ئه‌و تشتێ باش بهێلین و ئه‌و تشتێ بو قوناغه‌كا مێژویى بتنێ باش ئه‌م دگه‌ل ئه‌ڤرویا نوى و سه‌رده‌م دا بگونجینین، كارێن خوه‌ بێى مایتێكرنا ململانا حزبایه‌تى ئه‌نجام بده‌ین، هینگێ دێ ئه‌م ژ هه‌ڤدژییا دده‌رونێ خوه‌ دا رزگار بین و دێ مه‌ شیانێن خوه‌ گوهارتنێ هه‌بن.

تێبینى:
دروژناما كوردستانى نوێ دا ژماره‌ 3 روژا 12/2/2011 دا هاتیه‌ بلاڤكرن